BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê, jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan.
Jinên ciwan ên li kolana Berlîner Dom a Berlînê bi armanca balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û êrîşên Rojava pankartên bi wêne û gotin hilgirtin.
Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîş û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî li ser Rojava hate şermezarkirin.
Jinên ciwan ên bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Kurdistanê û bi taybet jinên ciwan kirin ku li dijî tecrîda ser Rêber APO û êrîşên ser Rojava derkevin.
Çalakiya ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.