ROJAVAYÊ PAPÛA- Xwendekar û rêxistinên ciwanan ên li Rojavayê Papûa xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de perwerde dikin û jiyana xwe li gor Konfedaralizma Demokratîk rexistin dikin. Xwendekarên ku bi şoreşa Rojava re hin zêdetir gelê Kurd, tekoşîn û berxwedaniya ji bo azadiya gelan û fikrên Rêber APO naskirin niha jî li ser esasê nirxên ku li Rojava hatiye avakirin dixwazin di welatê xwe de jî bi heman jiyanê avabikin.
Wekî tê zanîn ji aliyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve êrîşên hovane li ser Bakûr û Rojhilatê Surî heye. Ev êrîş di destpêkî de êrîşên ser nirxên Rojava ne ku bi keda hezaran şehîdan û bi fikrê Rêber APO hatiye avakirin.
Şoreşa Rojava ne tenê gelê Kurd ango mirovên ku di Bakur û Rojhilatê Surî de jiyan dikin aîdê xwe dîminin, giştî cîhanê de gelek ciwan û jinên ciwan ên enternasyonalist ji bo Rojava li qadan e. Îro jî xwendekarên ji Papûa ya Rojava di çerçoveya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî de piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava nîşan dan.
Xwendekarên Papûaya Rojava û endamen “ABC+ Workers’ Control – xebatkarên civakî dilxwaz” standek li Zanîngeha Rojavayê Papûayê organîzekirin. Di çarçoveya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan de xwendekaran belavokan ser rewşa Rojava belavkirin. Her wiha di stand de de pankarta “Rojva Biparêze” hatin daliqandin û bi vî rengî bal kişandin êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha xwendekaran di çarçoveya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bal kişandin ser rewşa Papûaya Rojava jî. Hin beriya çend roj şervanên azadiyê yên li dijî zilma Endonezyayê li ber xwe dan ji aliyê leşkeran ve bi hovane hatibûn qetilkirin.