NAVENDA NUÇEYAN – Jı pênûsa Ronahî Lolan
Carinan, dema ku li medyaya civakî de em digerin dema bûyer, rastî û çalakî çavên me û bi belkî çend ji 100 mîlyar neronên di hişê me de têkildar in dikevin îlham dibin ji bo nivîsandinê. Ew we dihêle ku hûn bifikirin, ew dihêle hûn nîqaş bikin, ew hewce dike ku hûn wê bi baldarî bipêjin û dûv re piştî sentezkirinê pêşkeş bikin. Jixwe, însan zindîyên wûsa ne ku xwe bi parvekirinê diafirînin. Tevî ku em endamên civakeke ku bi bandora polîtîkayên neo-lîberal ku nexweşiya lanetkirî ya serdema modernîteya kapîtalîst in, di bin bandora polîtîkayên neo-lîberal de em tên teşekirin jî, lê tava ku 75 sal in li erdnîgariya me hiltê, her tim di civakeke ku civakbûn yekitiyeke jiyanî ye de israr dike.
Rastiya civakeke kurd jî heye ku, li gorî gelên din, bi bandorên xirabker, biyanî, ji xwe veqetandî, ji aliyê exlaqî ve tuneker ên pergala şaristaniya dewletê ve kêm tesir bûye. Dema ku ev her du rastî li hev hatin, hûn digihijin şert û mercên ku hûn di dibistan û akademiyên şerê taybet ên ku bi salane li ber polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser me de tê ferz kirin xwe biparêzin, ji nû ve xwe bi dest bixin, xwebawerî û ji hêza xwe baweriya ku me winda kiriye qezenç bikin. Bi awayekî xwezayî, analîza “gerdûn tu yî, tu gerdûn î” ya ku di hişê mirov de bi cih dike, xwesteka keşfkirin û parvekirina wekî ku mirov keşf dike çêdike.
Welhasil, jinên ku bi hêrsa Lîlîth dorpêç bûn û zîhniyeta desthilatdar nikare wan teslîm bigire, peyama pêwîst dan Konseya Wezîrên Ewropayê ku xwe weke li parastina mafên mirovan digere û refaha gel diparêze. Ev peyam “Çi heddê we ye hûn ji hevî bi xwe re mafê hêviyê bidin” bû. Ev hêzên hegemonîk ên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn geş kirin û gelan li hemberî hev dizivirînin û hewl didin parça herî mezin ji xwe re bihêlin, mîna hemû şerên parvekirinê yên berê, careke din dixwazin êrîşêk li ser Rojava, cihê dilê şoreşa jinê pêk tînin.
Dema ku mijar dibe Kurdistan û Rojhilata Navîn, hêzên dijber ên ku du şerê berjewendiyan dikin wek Pakta Varşovayê û dijberiya Atlantîka Bakur, yanî NATO û BRICS, dikarin nakokiyên berjewendiyan bidin aliyekî û wisa tevbigerin. Bi awayekî bêexlaqî û bê prensîb ji bo hilweşandina pergala konfederal a demokratîk a gelên bindest û mêtinger ya ku serî hildane dibin yek. Ji ber ku metirsiya herî mezin a li ser pergala kapîtalîst a li ser bingeha mêtîngeriya kedê, ku xaleke wan a hevpar heye, Rojava ye, ku sîstema konfederalîzma demokratîk a li ser paradîgmaya Rêber APO hatiye avakirin, hewl tê dayîn bê bicihkirin.
Ger agir bibûya jî bi qasî bejna wî hêza wî tunebû ku erdê bişewitîne, lingên wî du qat ji prostatê xwar bûne; û di Baxçeya xwe ya tarî ji xwe re kirîye goristana kurdan got; ”Kurd canê me ne, PKK, YPG, PYD dijminên me ne. DEM an dê bibe partiya Tirkiyeyê, an jî ji tunebûnê û girtinê pê ve tu çareya wê nemayeç” Û bi van gotinên hovane careke din di mejiyê me de derzî kir ku bi salan e xwe ji kûrkirina cihêbûna Kurd û PKK’ê dûr nexistiye. û rewşa jiyana kurdan bi Tirkbûnê ve girêdaye ku kul û bîrîna wî ya herî mezin ev e. Me jî hîmên pergalên wan ên qirker ên faşîst dînamît kirîye ku, ev jî fêlbaziya pîs a li ser rûyê wî ya bixwina reş tije bûye dîyar e. Divê fêhm bikin ku hêzên hegemonîk ên ku bi wan re karê xwe qedandin û pêdiviyên wan ên cerdevaniyê bi cih anîbûn, di hewldana dagirkirina Rojava de ber bi wan ve diçûn, lewma bi lez û bez plana êrîşa li ser Rojava xistin meriyetê. Berî ku ev plan bikeve meriyetê, Tirkiye û Bakur bi darbeyên qeyûman hewl dan enerjiya gel û bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê bihelînin.
Dema ev tişt diqewimin Tirkiye û Ciwanên Bakur li ku ne? Heger kesek wî bibîne, ji kerema xwe ji min re bêje. Li kû ne ew ciwanên ku bê tirs li sînorên ku xistine navbera me, têlên ku bi istrî ne bedena xwe ji bo Kobaniya ku ew dibêjin dikeve re sîper kirin e?
Ciwanên şoreşger ên çep ên sosyalîst ên ku di Şoreşa Rojava de yekitiya şoreşgerî ya bi rûmet a ku me pişt bi pişta xwe dimeşandin, weke yekitiya şoreşgerî ya Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî û Kemal, ku wê me ber bi rizgariyê ve bibe, li ku ne? Ji MLKP’ê Ivana Hoffmann; Şûngerên hevrêyê me yê têkoşîn û şoreşger Nûbar Ozanyan, yek ji fermandarên Rojava yên TKP/ML-TÎKKO ye; ciwanên ku soza dilsoziya bi têkoşîna wan re dan li ku ne? Dînamîkên pêşeng ên civakê yên li ser şopa rêhevalên me yên ku ji bo bidawîkirina pergala îstîsmarê ya hemû gelên bindest û kedkaran bi wan re me mil bi mil şer kirin li ku ne?
Ma me ev ruhê yekîtiyê winda kir? Gelo di prensîbên me yên şoreşgerî de û di hestên me de xezeb hene ku li hember zilmê di nava me de kom dibin, lê ne tenê kom dibin, di heman demê de me çalak dikin dernakevin holê? Bersiva vê pirsê divê NA’yeke mezin be. Ji ber ku yekitiya jin, ciwan û ciwanên sosyalîst xwedî îrade û hêz e ku pêşî li kaosa mezin a ku Îslamo-faşîzm, çeteyên SMO yên girêdayî Komara Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn çêbikin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bide sekinandin. Ev Şoreş mîrateya ji yekitiya gelan û berxwedana şoreşgerî ji me hemûyan re maye û parastina wê erka me ye.
Dem hatiye ku em têlên stûr û diwarên beton ên destên xwe yên ku ji bo xaçê bizmarkirinê nehatîye ava kirin, bi hev girêdin û ber bi axa şoreşê ve biherikin. Dem dema hatina Rojava ye ku mejî û dilê xwe xurt bikin û şoreşê li hemû axa cîhanê ku dagirker jê re dibêjin hêlînên dagirkeriyê ne de şoreşê belav bikin. Serkeftin li benda te ye, derengbûn windabûn e, bûyîna di kêliyê de jî rizgarî ye…