HAMBÛRG – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Hambûrgê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî TC’ê yên li dijî Rojava çalakiyên xwe didomînin. Îro jî ciwan li taxa Altoona ya Hambûrgê hatin cem hev û meşek li dar xistin.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn ku piştî deqîqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku heta êrîşên Rojava rawestin dê bi ruhê seferberiyê li qadan bin.
Ferhat Mêrdîn got, “Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger di roja yekem de diyar kir ku di dema êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî li ser Rojava berdewam dikin, weke Ciwanên APO’yi em ê seknandın û westandina xwe qedexe bikin., emê her tim di nava tevgerê de bin.”
Ferhat Mêrdîn bang li gelê Kurd ê li Ewropayê dijîn kir û got, “Em bi hev re qada Ewropayê bihejînin û her qad û kolanekê bikin qadên Serhildan.”
Ferhat Mêrdîn anî ziman ku divê mîrateya kesên di Şoreşa Rojava de şehîd bûne bê parastin û got, “Parastina Rojava tê wateya parastina rûmeta mirovahiyê. Werin em bi ruhê Rojger û Asya li dijî komkujî û êrîşên qirkirinê bisekinin.
Kurdistanî û dostên wan piştî daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşê kirin û di tevahiya meşê de bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.
Di çalakiyê de polîsan êrîşên ciwanan kirin. Di encama êrîşê de 4 ciwan hatin binçavkirin. Çalakgeran jî ji bo ciwanên hatin binçavkirin li dijî polîsan dest bi berxwedanê kirin. 4 ciwanên ku di encama berxwedana ciwan û çalakgeran de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Çalakiya ciwanan bi banga çalakiya ku sibê saet di 18:00 de li Veddel stûbenplatzê bê lidarxistin bi dawî bû.