HESEKÊ- Nêzîkî 200 hezar kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehba neçar man koç bikin. Nêzîkî 5 hezar ji wan li herêma Cizîrê bi cih bûne. Şêniyên Efrînê yên li benda bicihkirina li cihên ewle yên Hesekê ne, têkildarî şer ji ajansa me re axivîn û peyamên berxwedanê dan.
Dayîka Zeynep ya ji Efrînê diyar kir ku daxwaza wan cîhanek aram û azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye û got, “Ez bang li gel, ciwan, jinên ciwan û her kesên dengê min dibihîzin dikim. Ev şerê hebûn û nemanê ye. Em bawer dikin ku dê xwîna şehîdên me li erdê nemîne.”
Dayika Şeyma, da zanîn ku divê gelê Kurd ji hev neyê parçekirin û her diçe ku bila bibe yek û got, “Hêvîdarim em ê bi ser bilindî vegerin ser axa xwe. Ez bang li ciwanên xwe, keçên xwe, her kesî dikim. 7 heta 70 salî. Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye, em bi hev re têbikoşin.”
Ehmed Elî diyar kir ku heta çete li Efrînê nehêlin ew ê venegerin Efrînê û got, “Şervanên me çi ji me bixwazin em ê bikin. Ji vir berxwedana hemû şervanên me silav dikim.”
Dayîka Aynas da zanîn ku li vir jin û mêr her kes ji bo têkoşînê amade ye û got, “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û heta ku Rêber APO ji girtîgehê dernekeve em ê ranewestin.”
Hesen Diyar da zanîn ku wan gelek şehîd dane û niha şervan li eniyên şer li ber xwe didin û got, “Me li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û heta serkeftinê em ê dîsa li ber xwe bidin.”
Welatiyê bi navê Bedran Silêman ê ji Hesekê jî bi silavkirina berxwedana hemû şervanên li eniyên şer dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em hêvîdar in ku berxwedana şervanên me bi ser bikeve. Hebûna me girêdayî hebûna wan e, em xwedî li berxwedana xwe derdikevin. Bijî şervanên me yên li her qadê li ber xwe didin.”