HAMBÛRG – Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku di 27’ê Mijdarê de li dijî Rojava dest pê kir, çalakiya ciwanan bê navber didomin. Ciwanan diyar kirin ku dê sibê li Gara Trenê ya Navendî ya navçeya Harbûrg a Hambûrgê bin.
Ciwanên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser Rojava, daketin qadan, diyar kirin ku heta êrîşên li ser Rojava rawestin ew ê li ber xwe bidin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li taxa Veddel a Hambûrgê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin cem hev, heta Wilhemsburg Bahnhofê meşiyan.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê di şexsê şehîd Ebû Leyla de destpê kir, piştre li ser navê TCŞ’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Li ser navê TCŞ’ê Ahmet Mêrdîn daxuyaniya çapemeniyê xwend:
“Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger careke din li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên faşîst ên girêdayî wê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqîrin: Serketî yê vî şerî wê berxwedana gel be.
Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike ji bo berjewendiyên emperyalîstan jiyana hemû gelên herêmê xera dike û nirxên mirovatiyê binpê dike. Ev şerê bi xwîn ê li Sûriyeyê parçeyek ji planên faşîst ên li dijî têkoşîna gelan a ji bo yekîtî û azadiyê ye. Lê belê em ciwan li hemberî vê fermana qirêj serî natewînin! Yekane çareseriya şer mezinkirina xweparastina gel e. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zihniyeteke dijminê azadî û destkeftiyên şoreşgerî yên gelê Kurd tevdigerin. Ji holê rakirina vê zîhniyetê erkek li ser milê ciwan û jinên ciwan e. Em ê li dijî êrîşên dagirker ên tirsonek pêşengiya berxwedanê bikin û ala azadî û edaletê bilind bikin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê Kurdistanî û dostên wan bi pankartên banga rawestandina êrîşên li dijî Rojava meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxweda YPG” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Çalakiya ku bi coşeke mezin dewam kir, bi daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya li Wilhemsburg Bahnhofê û banga Ferhat Mêrdîn a ji bo meşa sibê bi dawî bû.