NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê, der barê provokasyona ku îro di pîrozbahiya bilindkirina ala Sûriyeyê ya li Reqqayê de pêk hat de bû sedema gelek kes birîndar bin, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi biryara Meclîsa Gel a Demokratîk bi sedan xebatkarên Rêveberiya Xweser û gelê Reqayê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn erka xwe ya parastina pîrozbahiyê bi cih anîn, hatin gel hev û li navenda bajarê Reqayê ala serxwebûnê pîroz kirin. Lê di demeke kurt de hin kesan ji pîrozbahiyê sûd werdigirin, hêzên me provoke dikin û kesên beşdarî şahiyê bi awayekî rastgele gulebaran dikin. Weke ku di dîmenên vîdeoya pîrozbahiyê de tê dîtin, ev yek bû sedema birîndarbûna di nava refên gel û hin endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de.
Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewldanên hin aliyan ên ji bo aloziyan şermezar dikin û bang li raya giştî dikin ku baldar bin û nekevin bin bandora kesên ku banga êrîşa li ser ewlekarî û aramiya bajarê Reqayê dikin. Em tekez dikin ku em ê di warê parastina ewlehiya gel û herêmê de erkên xwe bi cih bînin.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
12 Kanûn