NAVENDA NUÇEYAN- Kesekî ku çeka BKC rakiriye gule avêt xelkê li Reqayê yê ku beşdarî pîrozbahiya hildana ala serxwebûnê ya Sûriyeyê bûne.
Di dema pîrozbahiya welatiyan bi hildana ala serxwebûnê ya Sûriyeyê li naverasta Reqayê de di gelek dîmenan de diyar dibe ku kesekî gule avêtin nava girseyê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî vê bûyerê daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kir û got hin kesan şahî bi kar anîn û gule avêtin girseyê.
Duh jî li ser medyayên dîjîtal hin axaftinên li ser watsupê hatin parvekirin. Di wan axaftinan de kesek bang li şêniyên herêmê dike ku kombûnan li dar bixin û li hember hezar dolarî guleyan biavêjin kombûnê.
Di peyama kesekî de jî hat gotin; ‘Li hember vî kar tu yê hezar dolarî wergirî, lê divê tu cilên reş li xwe bikî û ser rûyê xwe bipeçinî, ji ber ku li Reqayê kamera hene.’
Li gorî çavdêran MÎTˋa Tirk li pey tevgerîna şaneyên xwe yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku herêmê bixe nava şerekî navxweyî û fitneyê derxe.
Xelkê Reqayê jî li ser medyayên dîjîtal nêrînên xwe parve kirin û got îdiayên ku hêzêzn ewlehiyê gule avêtine derew in, her wiha hat gotin ji xîtabên nefretê bi dûr bikevin.