HAMBÛRG – Li navçeya Harbûrg a bajarê Elmanya Hambûrgê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi pêşengiya TCŞ’ê meşek hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên şoreşê destpê kir û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” berdewam kir.
Berxwedana Rojava, Berxwedana mirovahiyê ye
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Ciwan Çewlîg jî axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojava di her qadê de pêwîstiya xwe bi piştevaniyê heye û ev tişt anî ziman: “Em êrîşên dewleta Tirk a qirker protesto dikin. Şoreşa Rojava bûye hêviya gelên cîhanê. Rêxistinên mafên mirovan van komkujiyan paşguh dikin. Lê belê berxwedana gelê Rojava rûmeta mirovahiyê temsîl dike. Weke Kurdên li Ewropayê dijîn divê em vê têkoşînê li her qadê hembêz bikin.”
Em ê rê nedin zîhniyeta faşîst
Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Serdema 26’an Nîhat Akdogan di axaftina xwe de got: “Bi bomberdûmanê hewl didin destkeftiyên li Rojava qels bikin. Em zîhniyet û dîroka dewleta Tirk a faşîst baş dizanin. Lê belê têkoşîna biratiya gelan û konfederalîzma demokratîk wê bidome. “Em ê ti carî rê nedin ku berxwedana Rojava qels bikin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Meş bi coşeke bi coş bi dawî bû.
Di dawiya meşê de bi zimanê Elmanî daxuyanî hatin dayîn. Daxûyanî; Bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA yên li ser Rojava û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.