NAVENDA NUÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve belav kir.
Li gorî destûrên ku ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatine dayîn û ji bo parastina ewlehiya giştî û aştiya welatiyan ev biryar tên dayîn:
Qedexe ye tu kombûnên neruxsetkirî bi tu awayî werin lidarxistin, çek werin hilgirtin, li cihên giştî yan jî taybet werin bikaranîn.
Provokasyona ji bo xwepêşandanê qedexe ye, her wiha her çalakiyek bi armanca têkbirina îstîqrarê yan jî derxistina fitneyê di nava gel de qedexe ye.
Armanca vê biryarê parastina welatiyan ji her xeteriyeke muhtemel e, bi taybet xeteriya şaneyên veşartî yan jî aliyên hewl didin ewlehiya civakê têk bibin.
Her kesê van biryaran bin pê dike li gorî qanûnê hesab jê tê xwestin.
Dê tedbîrên qanûnî yên guncaw li hember kesên biryaran bin pê bikin, werin girtin.
Divê tevahî beşên hêzan vê biryarê pêk bînin û ev biryar heta demeke nediyar di pratîkê de ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro li bajarê Reqayê çeteyan gule li girseya li navenda bajêr kom bûne, barandin, di encamê de 43 welatî birîndar bûn.