BERN – Li paytexta Swîsre Bernê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi pêşengiya ciwanan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê, Kurdistanî û dostên wan ên li qada Bollwerkê li hev civiyan, ji bo meşên xwe yên li bajêr, bi stran, dirûşme û fîşekên hewayî dengê xwe qîriyan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin Jiyan Azadî”, “Ciwan Fedeyê Reber APO’ne” hatin berzkirin.
Meşa ku alên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan û belavokên li ser êrîşên Rojava hatin belavkirin, li Bern Bahnohofê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Li ser navê TCŞ’ê Ronda Bat daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku ew ê rol û mîsyona ciwanan pêk bînin û wiha got: “Di serî de em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger berxwedana bê eman a Rêber APO ya li Îmraliyê silav dikin. Wek hûn jî dizanin, îro em di qonaxeke nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyem de dijîn. Dijminê dagirker bi çeteyên xwe êrîşên xwe yên hovane yên li dijî gelê Kurdistanê weke her carê didomîne. “Di êrîşên xwe yên li Metîna, Zap û Avaşînê de zêdetir dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.”
Ronda Bat: “Îro dewleta Tirk a faşîst Tevgera Azadiyê û gelê Kurd weke xeteriyeke mezin dibîne. Ji bo vê jî naxwazin Kurd bibin xwedî statu. YPG, YPJ, QSD û gelê Rojava li dijî êrîşên dijmin berxwedaneke mezin dimeşînin.”
Ronda Bat diyar kir ku ew ê bi felsefeya Rêber APO vê berxwedanê bi ser bixin û got, “Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê li berxwe didin, em ê berxwedana xwe di nava felsefe û têkoşîna ku Rêbertiyê ji me re hiştiye de bidomînin, heta ku Rojava û her axa Kurdistanê azad bibe. .”
Çalakî piştî daxuyaniya Ronda Bat bi daxuyaniya bi zimanê Elmanî bi dawî bû.