PARÎS – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Ciwanên li bajarên Ewropayê daketin qadan bang li gel kirin ku li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest.
Danê êvarê ala mezin a YPG’ê li ber Kuleya Eyfelê ya ku sembola paytexta Fransa Parîsê ye hat vekirin.
Di çalakiya ku ji aliyê şêniyên Parîsê ve rastî eleqeyek mezin hat, ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker-qirker û çeteyên wê şermezar kirin. Ciwanan têkildarî êrîşên li dijî Rojava bi zimanê Fransî daxuyanî dan.
Ciwanan li ser pira li kêleka Kuleya Eyfelê ala YPG’ê daliqandin û meşale pêxistin. Di çalakiyê de timî dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin.