STUTTGART – Ciwanên Kurdistanê bi pêşengiya TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên li dijî Rojava didomînin.
Ciwanên Kurdistanî yên bi pêşengiya TekoJIN’ê li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Ciwanan li kolanên kêlekê, li rawestgehên tramwayê, li hundirê tramwayê û li gelek qadên cuda li dijî êrîşên li ser Rojava belavok hatin belav kirin.
Ciwanan belavok li deriyên tramvayên diçûn daliqandin û bang kirin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker helwest bê girtin.
Ciwanan di çalakiya xwe de dem bi dem dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojaba” û “Bijî Berxwedana YPJ, YPG” berz kirin.
Çalakî bi banga jinên ciwan ên endamên TekoJIN a “Ciwanên Kurdistanê li her derê di nava çalakiyan de bin” bi dawî bû.