MEXMÛR- Li Wargeha Mexmûrê 1’emîn Konferansa Meclisa Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) bi tevlîbûna 150 xwendevanan hat li darxistin. Di Konferansê de biryar hat girtin ku Meclisa YXA’yê êdî weke Komîte xebat bide meşandin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 1’emîn Konferansa Meclisa Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) hat li darxistin. Konferansê li Mala Gel, bi tevlîbûna 150 xwendevan û mêvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê dahurandinên Rêber Apo yên têkildarî perwerdeyê hatin xwendin û piştre sînevîzyona têkildarî xebat û çalakiyên xwendevanan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
Konferans bi nirxandinên rewşa siyasî, kar û xebatên rêxistinî berdewam kir. Rewşa Rêber Apo, pêvajoya ku niha gelê Kurd tê de derbaz dibe û rolê ku dikeve ser ciwanan bi kûrahî hatin nirxandin. Her wiha rêzikname hate xwendin û êrêkirin. Bi wê ve girêdayî ji bo du salên pêş peşnûmebiryar hatin girtin.
Endamên rêveberiyê bi erêkirina delegeyên konferansê re derbaz bûn û herî dawî jî hevberdevkên YXA’yê bi dengdayînê hatin hilbijartin. Li gor dengdayînê Şîlan Bûdak û Diyar Ozkan weke hevberdekên YXA’yê hatin hilbijartin. Her wiha biryar hat girtin ku êdî YXA weke komîteyekî xebat bide meşandin.
Hevberdevkê Komîteya Perwerdeyê Mamoste Hêlîn Kara axaftina girtinê kir û di serî de konferans diyarî Rêber Apo kir û ev tişt gotin: “Em vê konferansê diyarî Rêber Apo û şervanên azadiyê dikin. Lidarxistina konferansek wiha, ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Ev konferans ji bo me gelek girînge. Gelek nîqaş û nirxandinên giranbiha hatin kirin. Em di wê hêviyê de ne ku ev konferans bibe wesîleya jinûve xwe rêxistinkirina xwendevanan. Em ji tevahî hevalên ku hatine hilbijartin re serkeftinê dixwazin. Wê xebatên we di pêşeroja me de bibin gavên mezin. Armanca perwerdeyê, avakirina keseyatên azade. Em carekdin serkeftinê ji tevahî ciwanan re dixwazin.”
Herî dawî encamnameya konferansê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî ji aliyê Endama TJCM’ê Roj Yildiztan ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “1’emîn Konferansa Meclisa Yekitiya Xwendevanên Azad hate lidarxistin. Konferans bi beşdarbûna 150 delegeyan pêkhat. Xwendevanên wargehê kar û xebatên xwe yê du salên derbasbûyî nirxandin, kêmanî û nebesiyên ku çêbûne rexnedayina wê hate dayîn û ji bo meşandina xebatên du salên pêşiya me, pêşniyar hatin girtin. Ji bo meşandina xebatên du salên pêşiya me, hilbijartina hevberdevkan hat kirin. Di konferansê de rewşa Rêbertî û çalakiyên ji bo azadiya fizikî ya Rêbertî hatin nirxandin. Xwe perwerdekirina li ser fikir û paradîgmaya Rêber Apo weke şansek mezine ku xwendevanên wargehê xwedî vî şansêne. Di pêvajoyek wisan girîng de li wargehê li darxistina konferansek wiha girîngiyek mezine. Konferans bi awayek serkeftî hat dawikirin.”
Daxuyanî bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Ciwan Fedaiyên Rêber Apo’ hatin berzkirin.