NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka wan têdikoşin.
Ciwanên ku li gelek bajaran li ser rê û taxan nobet girtin, diyar kirin ku ew di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi israr in û li dijî her cure êrîşên dagirkeriyê ew ê axa xwe biparêzin.
Sîpan Tolhildan diyar kir ku ew ê weke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Hesekê ax û welatê xwe biparêzin û got, “Em li vir hemû yek in, Kurd, Asûrî, Ereb, Ermenî. Berxwedan jiyan e.”
Rêveberiya Hilala Zerîn a Hesekê Sîmav Avdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya medyaya dijital hewl dide nakokiyan di nava gel de derxîne û got, “Bi taybetî jî tê xwestin ku ev yek di nava gelê Ereb û Kurd de were afirandin. Ez bang li ciwanên me dikim. Û gelê me ji van rûpelan bawer neke û nakokiyên ku dixwazin li vir biafirînin têk bibin. Ez bang li hemû kesên li vir dijîn dikim, bila bibin yek. Werin em axa xwe ji êrîşên dagirkeriyê rizgar bikin.Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Hesekê Reşo Hesekê, : Niha û di vê demê de hinek alî hene hewl didin ku fitneya Kurdî- Ereb di nav xelkê deverê de derbixin, lê li herêmên me ti cudahî di navbera ti pêkhateyan de nîne, em weke Tevgera Ciwanan, ji erka me ye ku em li hemberî her fitneyekê ku li herêmên me biqewime, bisekinin.”
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn-Şehba Sabîr Efrîn ku ji neçarî ji Şehbayê koç kir û tevî malbata xwe li Reqayê bi cih bû got, “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên ji her alî ve dixwaze gelê Kurd tune bike û biqede. Dixwazin gel bê av, bê nan, bê cih, bê welat bihêlin. Em wek ciwanên Kurd van êrîşan qebûl nakin. Em bi rêxistinkirî û amade ne ku axa Kurdistanê ji dijmin re bikin gor. Em ê wan yek bi yek hilweşînin, binax bikin û vî welatî dîsa rizgar bikin.”
Sabîr Efrîn, diyar kir ku wan berê weke Tevgera Ciwanan li ser esasê têkoşîna “Şerê Gel ê Şoreşgerî” gel û ciwan perwerde kirine û got, “Em weke gel û ciwanan ji bo şerê gel ê Şoreşgerî amade ne. Êrîş û qirkirina gel ji dijmin re hêsan e, lê bila bizane ku derketina ji van axan ne ewqas hêsan be, dê pir êş jiyan bike be û gelek zirar bibîne. Weke ciwanên Rojava, xwîna me jî weke çemê Firatê di nav Rojava’da biherike jî, em ê xakên xwe azad bikin. Bijî Serok APO.”