NAVENDA NUÇEYAN- Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker kantona Minbicê desteser kirin, li bajêr kiryarên talankirin, dizî, kuştinê û revandina jinan zêde bûne.
Di 14’ê Kanûnê de şêniyên bajêr ji bo protestokirina sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker (El Emşat û El Hemzat) û revandina endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim û birayê wê, dest bi greva giştî kir.
Çeteyan bi ser mala endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim de girt û ew û birayê wê girtin, piştî ku birayê wê berdan hate gotin ku Melek birine Efrînê da ku li wir darizînin.
Her wiha çeteyan xwaringeha Şahbender jî talan kirin, dema xwediyê xwaringehê Elî Cemal El Şêxanî hewl da li ber xwe bide, wan ew qetil kirin.
Komên çete her wiha karwanê ku bo derxistina sivîlan roja şemiyê 14ˈê Kanûnê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî berê xwe dabû bajêr jî asteng kirin.