NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Nûbar Ozanyan ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku li hemberî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava li 2 bajaran çalakî kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 13’ê Kanûnê li navçeya Nîlufer a Bûrsayê otobuseke faşîstan hatiye şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê heman rojê li taxa Yaldiztabya ya navçeya Eyup a Stenbolê jî otobusek bi molotof kokteylê hate şewitandin.
Di daxuyaniyê de bang li jin, ciwan û hêzên şoreşger-welatparêz hate kirin ku li bajarên Tirkiye û kurdistanê li hemberî saziyên dewleta Tirk çalakiyan bikin û hate gotin, “Roj ew roj e ku bi ruhê berxwedanê yê Kobanê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin.”