ŞENGAL- Doh ciwanên Ereb ji bo piştgiriya xelkê Rojava û QSD meşiyan. Ev meş li Şengalê gundê Barê û bi tevlîbûna ciwanên Êzidî hat lidarxistin.
Meşa ciwanan li seytera Barê destpêkir heya bexçe Mam Zekî bi silogana “Bijî berxwedana Rojava! Bijî berxwedana QSD! Bijî berxwedana YBŞ! Bê Sêrok jiyan nabe!” berdewam kir.
Meş bi daxuyaniyekê ji aliyê endamê Însîyatîfa Ciwanên Ereb Kerîm Medîban bi dawî bû.