HESEKÊ- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, armanc dikin ku herêmeke berfireh li vir dagir bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke destanî nîşan dide.
Koçberên ji Efrîn û Serêkaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew li dijî êrîşan li ber xwe didin û her tim li cem şervanên QSD’ê ne.
Dayika Şehîd Kemal ku koçberê Serêkaniyê ye da xuyakirin ku Rêber APO 27 sal in di dîlgirtiye û got, “Em ê Rêber APO ji bin îşkence û tecrîdê derxin. Em ê felsefeya Rêber APO bişopînin. Em ê serî netewînin. Em bi her awayî di xeta felsefeya Rêber APO de ne.”
Dayika şehîd diyar kir ku divê ciwanên Kurd li aliyekî nesekinin û axa xwe neterikînin û got, “Bila kes nebêje Kurd wê xilas bibin. Yên van bêjin wê bi xwe tune bibin. Kurd wê azadiya xwe bi dest bixin. Em ê heta dawî têbikoşin. Em ê tu carî newestin û em ê her tim li ser piyan bin.”
Dayika şehîd banga tevlîbûna ciwanan û jinên ciwan kir û got, “Em QSD’ê ne. QSD’ê zarok û keçên me ne. Bila ti kes me netirsîne û em ji kesî netirsin. Em ê heta dawî heta dilopek xwîn maye li ber xwe bidin. Em ê Rêbertiya xwe azad bikin.”
Dayikê diyar kir ku ew bi ti awayî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê natirsin û got, “Rûs, Amerîkî û yên din ji bo berjewendiyên xwe hatine vir. Bila kes nefikire ku ji bo gelê Kurd hatine. Na. Ji bo axa me kom bûne û dixwazin her yeki ji xwe re parçeyeki bigre.Her 4 parçeyên Kurdistanê jî ê me ye. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye. Şehîd Namirin.”
Koçberê ji Efrînê Fevzî Ehmed diyar kir ku şervanan li Şehbayê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin li nîşan dan û got, “Lê me dît ku wê komkujî li ser gel bê kirin. Ji ber vê yekê em hatin van herêman ku ev hefteyek e em li vir in.”
Ehmed diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li hemberî gel û şervanan êrîşeke hovane pêk tîne û got, “Bi propaganda û polîtîkayên şerê taybet ên li ser çapemeniyê dixwazin gelê me ji hev cuda bikin. Lê em gelekî berxweder in. Em gelên Efrînê ne,. Em li kuderê bin jî xeta berxwedanê ya Rêber APO dîşopînin.”
Fevzî Ehmed bang li gel kir ku li kêleka şervanên QSD’ê bisekinin û got, “Tevî ku bi tank, top û balafirên şer êrîşî me dirin jî, li dijî wan berxwedana ku ciwan û şervanên me nîşan didin berxwedaneke destanî û dîrokî ye.”
Ehmed destnîşan kir ku em weke gelê Efrînê li cem şervan û ciwanên xwe ne û got, “Em bang li ciwanên Kurd, Ereb, Çerkez û Suryanî dikin. Bila li kêleka hêzên xwe biseknin. Hêviya me şervanên me ne. Hêviya me felsefeya Rêber APO ye.
Koçbera ji Efrînê Fatma Elî jî diyar kir ku divê gel, ciwan û malbatên şehîdan dest ji keda xwe bernedin, berxwedanê bidomînin û bibin yek û wiha got: “Em weke gelê Kurd dixwazin ji bindestiyê rizgar bibin. Em ê Erdogan bixin erdê. Em tenê dixwazin ku gel vegerin ser axa xwe û li ser axa xwe bisekinin heta dawiyê em kêlaka hêzên xwe û şerwanên xwe ne.”