ÎZMÎR – Rêxistinên ciwanên Sosyalîst êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê protesto kirin û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.
Li Îzmîrê rêxistinên ciwanên sosyalîst êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wi yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê li Taxa Konak Kadifekale şermezar kirin. Di meşê de pankarta “Ji parçebûna Sûriyeyê ji aliyê emperyalîst ve û dagirkirina Rojava re na” hat vekirin û di dema pêxistina meşaleyan de timî dirûşmên “Bijî Berxwadana Rojava” û “Întîfada, serhildan. Filistîn, Kurdistan” hatin qîrîn.
Di axaftina ku di meşê de hat kirin de, hat destnîşankirin ku ciwan wê ji her zilm û qirkirina li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê kirin hesab bipirsin. Di axaftinê de hat diyarkirin ku ciwan li dijî îstîsmar, bêedaletî û zilmê têdikoşin û wiha got: “Em jiyana di bin dagirkerî û zilma li ser gelên bindest de tên ferzkirin qebûl nakin. Hikûmeta faşîst a ku çavkaniya birçîbûnê ye xizanî û hemû pirsgirêk, bi çeteyên wê re jî şer li dijî Rojava îlan kir. Ev şer ji bo tunekirinê şoreşa gelê Rojava hate destpêkirin. Têkoşîn îro li ser milê ciwanên şoreşger e. Baweriya me ya bi serketinê di astekê de ye ku van êrîşên faşîst rawestîne.”