BERLIN – Bi armanca şermezarkirina êrîşa ya dewleta tirk ên li ser Rojava, Ciwanên Enternasyonalîst îro li paytexta Elmanya Berlînê pankarta mezin ser “Deriyê Brandenbûrgê” daliqandin. Ji bo ku çalakî zêdetir bal bikşîne çalakvan Deriyê Brandenburgê ku yek ji cihên herî navdar ên Almanyayê ye û sembola paytexta Almanya Berlînê ye, hilbijartibû. Çalakger Deriyê Brandenbûrgê dagir kirine û li ser pankarta 30 metre dirêj daliqandin.
Yek ji çalakgeran bi navê Sîna jî li ser çalakiyê wiha got: “Çeteyên dewleta Tirk ne tenê êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di heman demê de rasterast êrîşî jiyana demokratîk dikin.”
Li ser pankartê çalakgeran ev tişt nivîsandin: “Ji bo Demokrasiya Sûriyê, Rojava biparêze”. Çalakgeran her wiha ala TEV-DEM û ala YPJ’ê li bilind kirin. Ji ber ku pankart li cihekî bilind hat daleqandîn polês ji nîvro ve bi alîkariya îtfaiyeyê hewl dide pankartê rake.