NAVENDA NUÇEYAN-
“Ger hêza me ya têk birina hemû cihanê hebe jî emê êrîş nekin. Lê ger hemû cihan bibe yek û êrişî me bike, emê li ber xwe bidin.”
Rêber APO
Ev gotina Rêbertî bi awayekî herî zelal rastiya me ya weke gel em di nav de dijîn pênase dike. Hêzên heremî û kûrevî yên ku bi hev re nakokiyên mezin dijîn dema mijar dibe gelê kurd û têkoşîna wê ya azadiyê, li hev komdibin û dibin yek. Lewra divê êdî em di ferqa hebûna xwe de bin. Êdî divê em bibînin ku ji bilî me tû hêzekî yê me biparêze nine. Gelê kurd di nav rastiya şer de li pêy şopa heqîqetê ne û têkoşîna azadiyê dimeşînin. Li dijî dagirkerî û faşîzmê şerê hebûnê dimeşînin. Bi vê berxwedana xwe parastina gelekî, parastina rûmeta gelekî pêk tînin.
Gel, taybet ciwan û jinên ji bo Şerê Gelê Şoreşgerî amade ye. Ev şer wekê sê qonaxên stratejik hate pênasekirin: qonaxên parastina stratejik, hevsengiya stratejik û êrîşa stratejik. Ji bo vê jî divê bi awayekî rast were rêxistinkirin û bikeve pozîsyona ku vî şerî bimeşîne. Divê her kes bi hest û berpirsyarî tevbigere. Ji aliyê îdeolojik, siyasî, exlaqî û rêxistinî ve divê xwe têxe rewşekê berehemdar û ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl neke. Di Şerê Gelê Şoreşgerî de hîmê herî bingehin gel bi xwe ye. Di aynî demê de Şerê Gelê Şoreşgerî xwe disperê şerê bajran û çiyayan. Pêwîste di navbera her duyan de hevsengiyek hebe da ku hevdû temam bikin.
Rêber APO behsa rêxistinkirian her tiştî li gorî şer kir. Divê gel, civak, ciwan û jinên ciwan gel bînin asta rastiya gel a şer dike. Divê karaktera rastiya gel a şerker were bidestxistin. Şerê li Kurdistanê ne tenê şer e. Şerê hebûn û azadiyê ye. Pêwîste hemû ciwan û jinên ciwan ji bo hebûna xwe, parastin û domandina hebûna xwe di vî şerê hebûn û azadiyê de bi ser bikevin.
Tedbîrên rast ji bo rewşa awarte çawa tên girtin?
1. Rêxistinbûn
-Rêxistinbûn pir girîng e! Dijmin bi perçebûna me bi hêz dibe, yanî em çiqasî bibin yek, em evqasî bi hêz dibin û dijmin lewaz dibe! Ji ber vê yekê: Bi tenê nemîne!
-Bi cîranên xwe re, di taxa xwe de di gundê xwe de, di komîna xwe de, di dibistan, zaningeh, sazî û cihê kar de: Xwe rêxistin bike!
2. Cihê Ewle
-Yek ji tedibrên herî esasî di demên şer de amadekirina cihên ewle: Qabû, tunel, mevzî
Di malê xwe, gundê xwe, taxa xwe de cihên ewle bi hev re amade bikin. Heger hebin, lêbinerin, paqij bikin û sererast bikin!
-Heger cihek nebe, mîna gelê Vietnamê qezma û bêr bigirin destê xwe û bi hev re cihek ji bo xwe û cîranên xwe çêbikin!
Pewestiyên herî esasî çî ne:
3. Lojistîk
Ji niha ve di her malek û her qabuyek de tedbîrên xwe yên lojistîke bigirin.
1. Av 2. Xwarin 3. Derman 4. Betanî 5. Lampayê Dest 6. Agirkuj û hwd.
4. Tenduristî
-Yên ku ji tendurustiyê, dermankirinê Û alîkariya yekemin fêm dikin, divê werin gel hev û mîna komîteyek ji bo rewşa awarte xwe rêxstin bikin!
-Tedbîrên xwe yên derman û hwd. Bistînin û hem li gelê xwe xwedî derkevin, hem jî hevalên birîndar derman bikin.
5. Parastin
Ji o parastina welat komîteyên xwe avabikin û li gel Tevgera Ciwanên Şoreşger, HPG, YPG û YPJ’ê xwe perwerde bikin
6. Plansazî
Xwe baş plankirin pir girîng e, Yani divê berê ku rewşekî awarte derket her kes bizanibe çî bike. Li gorî taybetmendiyên gundê xwe û taxa xwe, plansazî çêbikin.
7. Ji xwe bawer be!
Dijminên me bi her awayî, tim îradeya me hedef dikin, dixwazin îradeya me bişkînin û me teslîm bigirin. Kesên ku tevlîheviyê dikin, fesadiyê dikin, ajanên dijmin ku dixwazin bihêlin em hemû birêvin wexta şer derkeve gelek in. Ji ber vê, berê her tiştî divê em ji xwe bawer bin û li hemberî hewldanên dijmin em bi zanabûn tevbigerin. Em nekevin listîk û xefkên dagirkeran, em hêz û moral bidin hev du, ev ya herî giring e!
Binkeftin a dagirkeran e! Serkeftin a me ye!