BERLÎN – Jinên ciwan ên endamên Jinen xwendekar ên Kurdistanê (JXK) di çarçoveya kampanyaya “Em Bernadin – Rojava” de li Zanîngeha Berlînê çalakiya komkirina alîkariyê li dar xistin.
Di encama bomberdûmanên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SNA’yê yên di 27’ê Mijdarê de li dijî qadên jiyanê yên sivîlên Rojava pêk hatin, qadên jiyanê yên bi hezaran kesî zerareke mezin dît. Li aliyê din jinên ciwan ên xwendekar ji bo piştgirîkirina kampanyaya alîkariyê ya ku ji aliyê Heyva Sor Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, alîkarî kom kirin.
Her wiha li ser rewşa niha ya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Sûriye û Rojhilata Navîn agahî hatin dayîn.
Çalakî ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve rastî eleqeyeke mezin hat.