FRANKFURT – Jinên ciwan ên xwendekar (JXK) li Zanîngaha Goethe a bajarê Frankfurtê di çerçoveya hamleya “Em Bernadin- Vegera Koka xwe” de standa alikariya danîn.
Jinên ciwan bi vekirina standê piştgirî dan kampanyaya alîkariyê ya ku Heyva Sor Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojava daye destpêkirin. Di standê de kovar û belavokên Şoreşa Rojava hatin vegotin.
Standa jinên ciwan ji aliyê xwendekar û mamosteyên zanîngehê ve rastî eleqeyeke mezin hat. Her wiha li ser Şoreşa Rojava jî axaftin hatin kirin.