NAVENDA NUÇEYAN- 17ê Kanûnê di saetên evarê de aktifîstên ji rêxistinên sosyalîst ji Brazilya “Minas Gerais Base Organization Movement, MOB MG, Libertarian Socialist Organization OSL and Kasa Invisível” pêşiya konsolxaneya Turkiye li Belo Horizonte daxuyaniekê dan.
Di vê daxuyaniyê de aktivîst bal kişandin ser sucên şer ên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê. Her wiha hevkariya dewleta Tirk a bi çeteyên Cîhadist û rola NATO’yê tê de hat şermezar kirin. Di heman demê de piştgiriya xwe ya bi gelê heremê re û giredanbûna xwe ya bi paradigmaya demokratik, ekolojik û azadîxwaziya jinê re hat diyar kirin.