KOBANÊ- Welatiyên Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kirin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beşdarî pêngava seferberiyê ya ku ji aliyê QSD’ê ve hatiye lidarxistin dibin.
Di daxuyaniya welatiyan de ev tişt hatin gotin: “Di serî de em weke gelê Kobanê hemû gelê Kurd û Kurdistanî silav dikin. Weke gelê Kobanê em bersivê didin banga seferberiyê ya QSD’ê, em amade ne. Weke gelê Kobanê em dest ji axa xwe bernadin. Em ê li cem hêzên xwe bin. Baweriya me ya tam bi hêzên me heye. Em tu carî wan bi tenê nahêlin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.