NAVENDA NUÇEYAN- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO li Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê berdewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bersiv da êrîşan û di encamê de herî kêm 37 çete hatin kuştin. Di çalakiyê de her wiha gelek çete birîndar bûn û 5 wesayît jî hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dîmenê çalakiya li Tişrîn û Qereqozaxê weşand.
Li gorî navendê, di encama bersivdana şervanan de 37 çete hatin kuştin, bi dehan birîndar bûn û 5 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin îmhakirin.