NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarê ku li Gol Cafeya ku ji aliyê rektoratiyê ve li Zanîngeha Harranê tê birêvebirin gîtarê dixist û bi Kurdî stran digot, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hat astengkirin. Dema ku xwendekar dest bi lêdana gîtarê û xwendina stranên Kurdî kir, pasewanan talîmat da rêveberiya qehwexaneyê û bi dengekî bilind muzîka Tirkî lêxist.
Dema xwendekar bertek nîşanî astengkirina stranên Kurdî da, ji aliyê asayîşê ve rastî gefan hat. Xwendekarên ku sedema qedexekirina Kurdî pirsîn, bersiva “Dema ku hûn bi Kurdî bistirên şer û pevçûn çêdibin” hatin dayîn.
Xwendekaran bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin, “Dema ku em li bajarê xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî stranan dibêjin, qirkerên faşîst ên Tirk ên spî yên ji kîlometre dûr tên bertek nîşan didin, dest bi şer dikin, rêveberiya zanîngehê jî asteng dike. Ev der welatê me ye, em tu carî vê rewşê qebûl nakin.”