AACHEN – Li Zanîngeha RWTH Aachenê xwendekarên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî Rojava pêk tên, pêşkêşî kirin.
Gelek xwendekarên Kurd û enternasyonalîst beşdarî pêşkêşiyê bûn. Di nava axaftvanan de endamê Akademiya Modernîteya Demokratîk û rojnamevan Alî Çîçek jî hebû. Di axaftinên hatin kirin de; Pêşketinên dawî yên li Rojava û Sûriyeyê hatin nirxandin.
Her wiha li ser planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn nîqaş hatin kirin. Di dawiyê de hate destnîşankirin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber APO ve hatiye pêşxistin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye û ev yek di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bûye jiyanî.”