AMED- Yek ji şehîdên Berxwedana Xwerêveberiyê Turgay Girçek (Yilmaz) ku di navbera salên 2015-2016’an de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin, bi wesîleya salvegera şehadeta xwe li Goristana Yenîkoyê ji aliyê ciwanên welatparêz ve hat bibîranîn.
Turgay Girçek ê 19 salî ku di 14’ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê di nava refên Berxwedana Xweser de li dijî dewleta Tirk a dagirker û faşîst heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû, ji bo ciwanên Kurd mîrateya berxwedanê li pey xwe hişt.
Ciwanên Welatparêz li Goristana Yenîkoyê hatin cem hev û bi pêxistina mûm li ser gora wî soza xwe ya şopandina tekolîna wî anîn ziman. Bîranin bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Cenazeyê Turgay Girçek ê di 14’ê Çile de şehîd bû, di encama berxwedana ku ji aliyê malbatê ve hat nîşandan, encax öend meh şûnde hate wergirtin.
Rêhevalê wî ji bo Şehîd Turgay Girçek wiha vegotin:
“Di sala 2015’an de Hevalê Yilmaz li dijî êrîşa topyekûn a çeteyên DAIŞ’ê yên barbar ên li ser Rojava ji navçeya Sûrê çû Kobanê û beşdarî berxwedana dîrokî ya Kobanê bû û bi komek hevalên xwe re ji têlan beşdar bû û got ku bûyîn wateya rûmetê ye divê gel li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.
Di 17 saliya xwe de di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girt û bi fedekarî di nava berxwedana dîrokî de cih girt û çavê xwe ji dagirkirina bajarê Kobanê re negirt û nehişt dijmin derbasê Kobanê bibe.
Di encama operasyon û girtinên dijmin ên bênavber de li Bakur û bi taybetî jî li navçeya Sûrê ya ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, ji avakirin, rêxistin, lojîstîk û parastina berxwedana Sûrê kuçe bi kuçe, mal bi mal xebat meşand, û li mewziya Mizgefta Kurşunlu bi timên xwe ve derbên giran li dijmin xistin.
Rêheval Yilmaz, ku têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî di hestiyên xwe de hîs kir, kolanên Sûrê ji çiyayan, kolanên teng ji rêyên patîka cûda nedidît û sond xwaribû ku di mejiyê dijmin de her kevirê Sûran bişkîne. Hevalên ku di berxwedana Surê de cih girtin Yilmaz Heval weke Lehengê Efsaneya Surê pênase kirin û diyar kirin ku divê berxwedana wî mînak bê girtin. Yilmaz Heval ê ku di meha yekem a berxwedanê de ku di encama bi guleya li serê xwe xar tevlî karwanê şehîdan bû, di nefesa xwe ya dawî de ji hevalên xwe re got ku ew ê weke şehîdekî YPS’ê bi rêzdarî bê bîranîn.
Weke Ciwanên Welatparêz em soz didin ku em ê bibin şopdarê hemû şehîdên azadiyê. Şehîd Namirin.”