HAMBÛRG – Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî yên li ser Rojava, meşek hat lidarxistin.
Kurdistaniyên welatparêz û dostên wan beşdarî meşê bûn. Meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, piştre daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew ê weke Ciwanên APO’yi bi ruhê seferberiyê li qadan bin û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava têkoşînê berfireh bikin.
Di meşê de wêneyê jina ciwan a ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin û dirûşmên “Rojava xeta me ya sor e” û “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenevolution” “Êrîşa Tirk û cîhadîstan bisekninin Şoreşa Jinê Biparêzin” û alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.
Di dawiya meşê de Ferhat Mêrdîn diyar kir ku heta êrîşên li dijî Rojava bi dawî nebin ew ê li qadan bin û banga meşa ku wê sibe saet 18.00’an li Harbûrg Bahnhofê bê lidarxistin kir.