STRASBOURG – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi pêşengiya ciwanan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO li Gara Trenê ya Navendî ya Strasboûrg a Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist. Her wiha êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên li ser xakên Rojava jî hatin protestokirin.
Di çalakiyê de alên Rêber APO, “Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û alên YPG û YPJ’ê hatin vekirin.
Stasyona Trenê ya Strasboûrgê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Ji Ocalan re azadî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de bal hat kişandin ser tecrîda mutleq a li ser Rêber APO û wiha hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya me ye. Peyam Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê em ê qadên xwe terk nekin.”
Her wiha hat gotin, “Bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger em ê şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Me bi cesareta ciwanan û pêşengiya jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Me çeteyên barbar ên mîna DAIŞ’ê îmha kirin û li dijî dewleta Tirk a dagirker destana berxwedanê nivîsandin. Niha em nezî serketineke mezintir in. Dîrok nîşan daye ku faşîzm bi berxwedana rêxistinbûyî ya gelan têk çû. Îro dora me ye ku em vê wezîfeya dîrokî bi cih bînin.”