VENEDÎK – Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî yên li ser Rojava, li dijî Sefaretxaneya Tirk a li Venedîkê ya Îtalyayê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiya di çarçoveya “Ji bo Rojava rabin ser piyan” de, bal hat kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava.
Zêdeyî 30 kes beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Rojava biparêze, şerê cîhanê rawestîne, terorîst Erdogan” hate vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” hatin qîrîn.