STRASBOÛRG – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, Ciwanên Enternasyonalîst çalakiya rûniştinê ya li Parlamentoya Ewropayê qut kirin û dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.
Ciwanên ku li Parlamenta Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin, pankarta bi posterê mezin a Rêber APO û peyama “Azadî ji Ocalan re – Ji bo çareseriya aştiyane ya Rojhilata Navîn – Şerê Cîhanê yê Sêyemîn rawestînin” vekirin. .
Li salona ku dirûşmeyên azadiya Rêber APO lê dihatin berzkirin, gelek parlementeran bi çepikan piştgirî dan çalakgeran.
Di çalakiyê de belavokên ku der barê Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de agahî hene hatin belavkirin.
Çalakgeran der barê çalakiya xwe de ev agahî dan:
“Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku erkên xwe yên demokratîk pêk bîne û rêz li peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bigire. Em banga şermezarkirina sûcên şer ên dewleta Tirk û dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ferzkirina dorpêçan dikin. Em zextên li ser Tirkiyeyê didomînin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dikin ku mifteya diyaloga demokratîk a di navbera gelan de ye. Divê ewlehiya wê û şert û mercên xebatê bên garantîkirin û hemû nûnerên gel tevlî pêvajoya muzakereyê bibin. Bêyî van şert û mercan li Rojhilata Navîn şert û mercên aştiyê nayên afirandin.”