HAMBÛRG – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Hambûrgê (TCŞ) ku ji 27’ê Mijdarê û vir ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî yên li ser Rojava li dijî êrîşên dagirkeriyê li Harbûrgê li qadên e.
Li Harbûrg a bajarê Elmanya ciwan û Kurdistanî li hev civiyan û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran anîn ziman.
Çalakgeran li Gara Trenê ya Navendî ya Harbûrgê daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştre dest bi meşa xwe kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên bombeyî yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava û got, “Dewleta faşîst a Tirk a dagirker bi hemû pêşketinên xwe yên teknolocî li dijî gelê Kurd şerê tinekirinê dimeşîne. Em dizanin ku armanca wan ne ewlehiya sînor e. Armanca wan a sereke qirkirina gelê Kurd e.
Ferhat Mêrdîn “Em Kurd ne Kurdên berê ne. Rêberekî me heye ku bang li hemû cîhanê dike. Bi saya gerîlayên fedakar APO’yi yên qehreman îro em bi rêxistin bûne. Ti hêz wê nikaribe pergala ku li Rojava bi felsefe û paradîgmaya Rêber APO hatiye afirandin têk bibe.”
Ferhat Mêrdîn diyar kir ku divê ciwanên Kurd van nirxan biparêzin û wiha got: “Divê Tirk baş bizane ku Enqere wê bikeve, Kobanê nekeve. Em wek ciwan rol û mîsyona xwe dizanin!”
Piştî axaftinan gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bê Serok Jiyan Nabe” meşiya û li kolanên Harbûrgê deng veda.
Meşvanan di berdewamiya meşa xwe de bi dirûşmeyan bersiv dan faşîstên ku di meşê de dixwazin provokasyonan bikin.
Her wiha meşvan li Kolana Heîmfeldê ya ku dê stranbêj Rojda konserê bide rawestiyan û ji temaşevanên beşdarî konserê bûn re axivîn. Çalakgeran destnîşan kirin ku divê hemû gelê Kurdistanê li dijî êrîşên li ser Rojava bibin yek û li hemberî êrîşan bêdengî mirin e. Li gor agahiyên ku hatin hildan, hat diyarkirin ku konser beriya ku dest pê bike hatiye betalkirin.”
Çalakî piştî silavkirina berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê û gelê Rojava bi dawî bû.