MARSÎLYA – Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û qirker û çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ya li ser Rojava, ciwanên endamên Tevgera ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Gara Trenê ya Marsîlyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên endamên TCŞ’ê yên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, bi dirûşmeyên “Faşîst Tirkiye” û “Qatil Erdogan” êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kirin.
Ciwanên bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO Ne” li hundirê Gara Trenê ya Marsîlyayê meşiyan.
Li ser navê TCŞ’ê Rûstem Serhed daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ev êrîş bi armanca qirkirina gelê Kurd hatine kirin.
Rûstem Serhed wiha got: “Ya ku wê pêvajoyê diyar bike wê helwesta me ya ciwanên APO’yi be.” Di berdewamiya axaftina xwe de got, “Em li her cihê ku ciwanên Kurd lê dijîn, li her qadên ku lê dixebitin ji bo çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û têbikoşin.”