PARÎS – Ciwanên ku doh şev li Balafirgeha Parîs-Charles De Gaulle ya paytexta Fransa li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li dijî Rojava çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistibûn, di encama provokasyonê faşîstan de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Di çalakiyê de faşîstên ku ji balafira Tirk derketin û provakasyon derxistin rastê mudaxaleya çalakvanan hat. Li ser vê yekê asayîşa balafirgehê û polîsan mudaxele kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çalakger ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan.