AMED – Qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Amedê ji hêla rojnamegeran ve tê protestokirin.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) tê protestokirin. Li gel rojnamegeran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” hatin hilgirtin.