ŞENGAL – Weke ku tê zanin dewleta Tirk a dagirker êrîşên giran li dijî şoreşa Rojava pêk tine. Di vî şerî de hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê tên hedef girtin. Heman demê de ev êrîş ji bo gelê Şengalê ku di sala 2014’an de bi fermanekê hovane re rû bi rû mabûn jî xeteriyeke mezin e.
Ji ber vê yekê û bi rihê qehremaniya berxwedana Rojava, ciwanan Êzidî hewldanên xwe ji bo parastina gelê Şengalê xurtir dikin. Bi vê awayî duh şev komekê ciwanan ji Til Azer li kolanên gundê de dewriye avêtin, bi silehên nobet girtin û gel ji rewşa heyî agahdar kirin.
Ciwanên ku gel re nîqaş kirin û gel hişyar kirin, ji ajanse me re axifin:
“Weke ciwan îro em li gundê Til Azer in ji bo parastina gelê xwe. Divê em weke ciwan em her tişt bikin ji bo parastina gelê xwe ,weke 2014 naye ser civaka me ye Êzidî. Divê wek milletê Êzidî em xwe amade bikin, ji şer re. Îro Rojava, sibe ne diyar e be Şengal. Divê em weke jin û ciwan taybet em heyfa xwe 2014 ji DAÎŞ’ê bigrin. Wexte DAÎŞ’ê keçên me yên Êzidî ji ber wan rê destê xwe qut kirin da nakevin destê wan çêteyan de. Divê em heyfa van keç û jinan bibin ji DAÎŞ’ê. Ji bo gelê xwe xwe amade bikin. Divê her kes xwe ji bo şer amade bike. Ev derfete ji me re em heyfa xwe 2014 ji DAÎŞ’ê hov bibin. Bangawazîya min herî dawî ji ciwanan, divê her ciwanekî xwe amade bike ji bo parastina civaka xwe. Weke ciwan em amade ne”.