KOBANÊ- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saet 7’an heta 70’î li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA’yê amade ne ku li ber xwe bidin. Gundê Girik ê Kobanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew li hemberî êrîşên muhtemel amade ne û dê xwe biparêzin.
Di axaftina ji aliyê bavê şehîd Zên de hat kirin ev tişt hatin gotin:
“Weke gundê Girekê me çekên şehîdên xwe rakirin. Ji îro û pê de divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Parastin beriya av û nan tê. Em nikarin derfetê ku Rêber APO daye me hakê wi bidin, lê îro wextê wî hatiye. Serkeftin wê ya me be. Divê hemû gund hêza xwe ya parastinê ava bikin. Divê her kes baldar be. Divê em rîskê bigirin ku ew demên ku me nanê hişk di dixist nav avê û dixwer, dîsa werin. Werin em karê xwe bi awayekî herî exlaqî û bi hêz bikin. Em weke gundê Girek dixwazin layiqî şoreş û Partiya Karkerên Kurdistanê bin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên Bijî Serok APO û Bijî Berxwedana QSD’ê bi dawî bû.
Mehmûd Kobanê yê ji gundê Girek jî ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman.
“Em gelê xwe û welatê xwe diparêzin. Em amade ne li dijî dijmin şer bikin. Divê gelê me û ciwanên me li eniyê cihê xwe bigirin û dijmin têk bibin. Divê ciwanên Ereb û Kurd bibin yek, li ser vê bingehê em dikarin êrîşên dijmin têk bibin.”