ST. GALLEN- Êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên hevkarê wê yên li ser Rojava, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) tên şermezarkirin, dewam dikin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê TCŞ’ê ya piştî kêliya rêzgirtinê de hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rojava û çeteyên SNA yên hevkar rasterast ji holê rakirina hebûna gelê Kurd e.
Hat diyarkirin ku yekane rêya aştî û çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn avakirina civaka demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê ya li ser esasê xwerêveberiya gelan e, weke li Rojava ye.
Hate gotin ku dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya çeteyên barbar ên ku dirêjahiya DAIŞ’ê ne, zîhniyeta xwe ya dijminatiyê ya li dijî mirovahiyê bi êrîşên ku li dijî Kobanê dike îspat kiriye û hewl dide destkeftiyên ku ji bo mirovahiyê hêviya mirovahiyê ne bifetisîne.
Ciwanan diyar kirin ku dewletên faşîst û çeteyên hevkar çiqasî hewl bidin wê berxwedana gelê Kurd hemûyan bişîne rûpelên tarî yên dîrokê û destnîşan kirin ku ciwan wê di vê berxwedanê de rola pêşeng bilîzin û ruhê Kobanê biparêzin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana YPJ” bi dawî bû.