TEBQA – Weke bersiva banga seferberiya QSD ji bo parastina herêmê, ciwanên Efrînî yên li Tebqayê dijîn tevlîbûna xwe ya şer diyar kirin û banga li hemû ciwanan kirin ku ew jî beşdarî seferberiyê bibin.
Ciwanan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku xaka Rojava biparêzin. Her wiha, diyar kirin ku ewê heya dawî ji bo axa xwe, welatê xwe û rûmeta xwe şer bikin.