STUTTGART – Bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN), şehadeta nûçegihana çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ên di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst de, li Stuttgartê bi mîtîngekê hate protestokirin. Piştî mîtîngê polîsan êrîşî ciwanên ku di encama provokasyona faşîstan de li Gara Trenê ya Navendî ya Stûttgartê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin, kirin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê de, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA’yê yên li ser Rojava bertek hatin nîşandan.
Her wiha bal hat kişandin ser şehadeta nûçegihanê ANHA’yê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazîm Daş ên di 19’ê Kanûna 2024’an de di encama bombebarana dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bi taybet çapemeniya azad hedef digire û sûcên şer û hovîtiya ku dike veşêre. Di encamê de di 19’ê Kanûnê de rojnameger Cîhan Bîlgîn û Naîm Daştan di êrîşa SİHA de şehîd bûn. Divê dewleta Tirk a faşîst baş bizane ku Rojava rûmeta me ye. Em ê Rojavaya ku bi xwîna bi hezaran şehîdên me hatiye rizgarkirin biparêzin.”
Piştî mîtîngê li dijî ciwanên ku piştî mîtîngê li hundirê qereqolê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn, ji aliyê faşîstan ve êrîşên provokasyonê pêk hatin. Çalakgeran mudaxeleyî êrîşên provokasyonê kirin. Li ser vê yekê polîsên ku di nav wan de polîsên Tirk jî hebûn êrîşî çalakgerên ciwan kirin.”
Di encama berxwedana ciwanan de divê ciwanên hatin binçavkirin serbest bên berdan.