MARIGNANE – Li herêma Marîgnane ya Marsîlya ya Fransayê, Înîsiyatîfa Ciwanên APO’yî li dijî avahiya komeleyê ya Tirkên faşîst çalakiyek li dar xist.
Ciwanan avahiya komeleyê ya bi navê Komeleya Çandlle Turque bi fîşekên hewayî hedef girtin. Ciwanan der barê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî dan û gotin, “Em bang li hemû ciwanên Kurd ên APO’yî yên welatparêz ên li Ewropayê dijîn dikin ku li dijî êrîşên faşîst û barbar rabin ser piyan û xweparastinê geş bikin.”
Înîsiyatîfa Ciwanan bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û diyar kir ku zerareke mezin gihiştiye li avahiya komeleyê faşîstên Tirk.
Daxuyaniya ku tê de balê dikişîne ser pêwîstiya cihgirtina ciwanan a li dijî dagirkeriyê wiha ye; “Pêwîste Însiyatîfa Ciwanên APO’yî yên li Ewropayê dijîn, li dijî van geşedanên li Rojava bi berxwedana çar parçeyên Kurdistanê re bibin yek û hemû yekîneyên me bertekên xwe nîşan bidin. Nexwe hêzên serdest wê bi hêza xwe ya asayî êrîş bikin. Îro roja çalakiyan e, bêdengî xiyanet e.
Em bi ruhê ciwan APO’yî bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê li hemberî van êrîş û komkujiyan, hesab bipirsin. Ruhê berxwedanê yê li Rojava tê jiyîn divê li her derê were hilgirtin. Weke Înîsiyatîfa Ciwanên APO’yî ya Ewropayê em careke din diyar dikin ku em ê li dijî faşîzmê berxwedana xwe bidomînin û hesab ji wan bipirsin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.