DRANCY – Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên SNA yên li dijî Rojava dewam dikin.
Kurdistaniyên ku di pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê de hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi meşekê protesto kirin. Her wiha bertek li ser qetilkirina kedkarên çapemeniya azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa SÎHA’yê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hat kirin.
Di meşê de ku alên YPG, YPJ’ê û pankarta ‘Rojava biparêzin’ hatin hilgirtin, bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana YPG’ê’ û ‘Ciwan Fedaiyên Rêber APO Ne’ hatin berzkirin.
Meşa ku li navenda bajarê Drancy dest pê kir, li ber avahiya Şaredariya Drancy bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hate destnîşankirin ku gelê Kurd wê heta dawiyê parastina Rojava bike.