HAMBÛRG – Ciwanên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin cem hev, qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan a li Rojava şermezar kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn daxuyanî da. Piştê daxuyanî aktîvîsta Sosyalîst a Elman Anja Flach axaftinek kir.
Têkoşîna Şehîd Nazim û Cîhan nayê Jibîrkirin
Ferhat Mêrdîn di daxuyaniya xwe de got, “Di demeke ku dewleta Tirk a qirker êrîşên xwe yên qirker ên li ser Rojava zêde kir de, rojnamegerên me Cîhan û Nazim ên dengê heqîqetê didan, hatin qetilkirin. Polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk çapemeniya azad a rastiyan derdixe dike hedef. Cihan û Nazim ji bo êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me ji holê rakin canê xwe feda kirin û tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bûn.
Dengê Rastiyê Nayê Bêdengkirin
Di daxuyaniyê de; “Cihan û Nazim di nav wan de bûn ku kevneşopiya çapemeniya azad a ji Mazlum heta Gurbetellî, ji Mûsa heta Seyît Evran berfireh kirin. Biryardariya ku kedkarên çapemeniya azad di vê têkoşînê de nîşan didin, wê ji bo kesên lêgerîna xwe ya heqîqetê didomînin jî bibe çavkaniya îlhamê. Em ê li ser şopa wan bimeşin û li dijî polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk têkoşînê berfireh bikin.”
Aktîvîsta Sosyalîst a Elman Anja Flach di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bêdeng nemînin.
Piştî axaftinan Kurdistanî û dostên wan dest bi meşê kirin û tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” qîriyan.