NAVENDA NÛÇEYAN – Mîlîsên Jinên Agir û Rojê (Milîsen Jinên Agir û Rojê-MJAR) li gelek deverên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA yên li ser Rojava rêze çalakî li dar xistin.
MJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Gever, Wan û Colemêrgê bi teqemeniyên destçêkirî, molotof û fîşekên hewayî li hêzên dagirker xistine. Hat diyarkirin ku di encama çalakiyan de dagirkerek birîndar bûye û TOMA ya dagirkeran jî hatiye derbkirin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
“Şeva 16’ê Kanûnê li taxên Cûmhûriyet, Esentepe, Gungor û Yenî yên Geverê bi awayekî hemwext bi agir barîkat hatin danîn û bi kontrola nasnameyan ve kontrol hate kirin. Li ser vê bingehê gelê welatparêz ê taxê bi vêxistin û vemirandina ronahiyan, bi tilîlî û çepikan piştgirî dan berxwedana me. Dijminê ku nikarîbû vê yekitiyê hezm bike, berê xwe da taxên me û bi avêtina bombeyên gazê yên bîber û heqaretan hewl da gelê me yê welatparêz bêzar bike. Li ser vê yekê yekîneyên me û ciwanên welatparêz ên taxê li dijî dijmin çalakî li dar xistin û bi çekên doçka, fîşekên hewayî û molotofan li dijmin xistin. Xwepêşandan saet derdora 08.00’an dest pê kir û heta saet 12’ê şevê berdewam kir. Di encama çalakiyê de; Dijmin şikest û neçar ma paşve vekişe. Piştî çalakiyê yekîneyên me û ciwanên welatparêz ên taxê govend gerandin û bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” bi silametî ji cihê çalakiyê dûr ketin.
Şeva 17’ê Kanûnê li taxên Altintepe û Xaçort ên Wanê bi awayekî hemwext barîkat hatin danîn û agir pêxistin. Di encama ku dijmin ber bi taxên me ve diçû, yekîneyên me çalakî li dar xistin û li dijî dijmin bi awayekî taktîkî çalakî dan destpêkirin. Di çalakiyên ku heta derengiya şevê dom kirin de, dijmin bi awayekî bi bandor û bi çekên giran hate derbkirin, çeper, molotof û fîşekên hewayî hate xistin. Di encama çalakiyên hatin lidarxistin de; Dagirkerek birîndar bû û wesayiteke zirxî ya bi tîpa TOMA hate derbkirin û nekarîn bikar bînin. Li hemberî vê berxwedana yekîneyên me û tevkariyên welatparêzên Taxê, dijmin nekarî encama ku dixwest bi dest bixe û neçar ma paşde vekişe.
Şeva 18’ê Kanûnê yekîneyên me li taxa Bağlar a Colemêrgê meşek li dar xistin û bi pêxistina agir barîkat hatin danîn. Yekîneyên me li dijî dijminê ku ber bi tax û barîkatan ve zivirî, bi çekên doçka, molotof û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xistin û bi awayekî bi bandor û dijwar li dijmin hate xistin. Di çalakiyê de gelê me yê welatparêz bi dirûşmeyan piştgirî da yekîneyên me yên di çalakiyê de. Dijminê ku berxwedana wî bêbandor bû, neçar ma xwe paşve bikşîne.
Em van çalakiyan diyarî rêhevalên xwe yên jin û berxwedanê dikin ku bi ruhê Arîn Mîrkan li ROJAVA li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer kirin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû jinan û her kesê ku dilê wan bi agirê tolhildanê dişewite, li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê ya bi ruhê Kobanê dijîn, li ber xwe bidin.”