NAVENDA NÛÇEYAN – Tevlîbûna banga seferberiyê ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve di 1’ê Kanûnê de li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin, dewam dike.
Di vê berxwedana destanî ya ku ji 7 salî heta 70 salî her kes tê de cih digire, ciwan û jinên ciwan erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih tînin û biryara têkoşîna li dijî dagirkeriyê li kêleka cangoriyên azadiyê didin.
Sara û Avaşîn jî di nav de jinên ciwan ên ku guh dan bangawaziyan û biryar dan ku tevlî seferberiyê bibin. Jinên ciwan ên ku xwe amade dikin biçin eniyên şer ji ajansa me re axivîn.
Jinên ciwan diyar kirin ku helwest û sekna her kesî ya di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û diyar kirin ku ew ê teqez li dijî êrîşên dagirkeriyê paşde gav navêjin.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Avaşîn Misto diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî Şoreşa Jinê û Rêveberiya Xweser hatine û wiha got: “Weke tê zanîn piştî banga seferberiyê ya QSD’ê her kes ji kolan û gundan çekên xwe hildan û diyar kirin ku ew bi şervanan re ne. Em jî weke ciwan û jinên ciwan diyar dikin ku em bi ruhê berxwedanê yê Arîn Mîrkan, Merwan û hemû şehîdên ku li çeteyên DAIŞ’ê têk birin beşdarî seferberiyê dibin.”
Jina ciwan diyar kir ku gelê li vir li hemberî hemû êrîş û gefan paşve gav neavêtiye û got, “Weke Rêber APO got, Şerê Gel ê Şoreşgerî stratejiyeke şerê bêrdewam e. Em xwe li ser vê bingehê bi rêxistin dikin. Weke jinên ciwan em gelekî bi şans in. Ji ber ku em ji zarokatiya xwe de di nava vê şoreşê de mezin bûn.”
Avaşîn Misto xîtabî hemû ciwanên Kurd û bi taybet ciwanên Rojava kir û got, “Em çawa parçeyek ji vî şerî ne, çawa ku me bi xwe kirin mertal ji hemû cîhanê re mînak bûn, çawa ku me li vir jî bi têkoşîna xwe şoreş ava kir. Divê em şoreşê biparêzin û bi ti awayî bi paş ve gav neavêjin heta ji 7 salî heta 70’î divê xwe di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bibînin. Em di sala 2014’an de careke din mînaka vê dijîn. Ciwan û gel bi parastina vê mîrateya berxwedanê di sala 2024’an de helwest û helwesta xwe nîşan didin. Em ê dest ji axa xwe bernedin. Weke ciwan em ê pêşengiya civakê bikin. Em ê bi parastina dîrok û nasnameya xwe axa xwe biparêzin.”
Avaşîn Misto diyar kir ku divê şoreşa Rojava li her 4 parçeyên Kurdistanê belav bibe û got, “Di serî de ciwan û jinên ciwan ên Bakur werin seferberbibin. Divê em sînorên di navbera me de ji aliyê dewlet û hêzên hegemonîk ve hatine avakirin, ji holê rakin. Divê em Şoreşa Rojava derbasî Bakur û ji Bakur jî ber bi hemû parçeyên Kurdistanê bikin.”
Berdevka Meclisa Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Sara Hisên jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Îro dema têkoşînê ye. Hebûna me girêdayî wê ye. Ez beşdarî seferberiya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan dabûn destpêkirin bûm. Ez weke jineke ciwan a vî welatî taybet jî wek jinekî ciwan ji Serêkaniyê, ji bo parastina xaka xwe, şoreşa xwe, destkeftî û nirxên xwe yên di nava şoreşê de hatiye avakirin û ji bo welatê xwe rizgar bikin tevlî seferberî dibim.”
Êrîşên dijmin li her derê û her roj didomin, lewma ez ji vir bang li her kesî dikim; Ez bi taybetî bang li xwendekaran dikim; Ji bo parastina welat û axa xwe, nehêlin ji dijmin re bibin xwedî ruhê seferberiyê.”