BOLOGNA – Li bajarê Bologna yê Îtalyayê, ciwanên enternasyonalîst êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava, dîwarê dêra Saint Petronio bi lazerên “Stop Erdogan”, “Faşîzma Tirk rawestînin” û “Nazîm Daştan, Cîhan Bîlgîn-Şehîd Namirin” teyisandin.
Di çalakiya ji aliyê Labas û Tpo ve hat lidarxistin de, bertek nîşanî qetilkirina kedkarên çapemeniya azad Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, hatin.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa “Rojava biparêzin” li ber dêrê vekirin û timî dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Şehîd Namirin” û “Qatil Erdogan” qîriyan.
Beriya çalakiyê Komeleya Şehîd Avesta Xabur, ji bo destekkirina kampanyaya alîkariyê ya ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, organîze kir. Gelek rêxistin û kesên li derdora avahiya komeleyê beşdarî çalakiyê bûn.