PISA – Ciwanên enternasyonalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên SMO yên li dijî Rojava li bajarê Pisa yê Îtalyayê pankarta “Rojava û Kurdistanê biparêzin” vekirin. Her wiha bal kişand ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO.
Di çalakiya ku di çarçoveya Pêngava “Ji bo Rojava rabin ser piyan” de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rawestandina êrîşên li dijî Rojava axaftin hatin kirin.